Pênc sal li ser serokatiya Nêçîrvan Barzanî re derbas bûn

Îro li ser hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê re 5 sal derbasbûn.
Di van 5 salan de û herweha di dema serokweziritiya xwe de jî ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê û ji bo aramî û aşitiya Kurdistanê bo wek kiletekî ku, bi diplokmasiya xwe her deriyekî ji bo berjewendiya Kurdistanê veke.
Nêçîrvan Barzanî ji bona avakirina civakek aşîtîxwaz û pêşketî û modern ku bi kûrî di beha û jiyana wî ya siyasî de reng vedaye, têkoşiya ye. Herweha ji bona avakirina civakekê têkoşiya ye ku jiyaneke bi hev re ya hemû pêkhateyên olî û netewî yên li herêmê hebe.
Di heyama serokatiya wî de hewldana wî her ew bû ku bikaribe proseya siyasî bi awayekî aşîtiyane û sazkar li gel hevkarî û beşdariya hemû aliyan li ser bingehên wekheviyê bibe serî. Daxwaz û armanc û vîzyona wî ji bo welatê xwe pêkanîna demokrasî û aşîtî û aramiya siyasî ye û li aliyê din di heman demê de jî li gel Iraqê hevkarî ye ji bo geşedan û pêşvebirina proseya siyasî û pêkanîna aştiyeke bi tevahî li hemû Rojhilata Navîn.
Bi pêşengiya Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr, çi di warê ewlehiya kesî, çi di warê parastina mafên mirovan û çi di warê pêşdebirin û parastina mafên jinan û yê azadiya ragihandinê de, herweha ji bo rêgiriya li ber tundûtûjiya navmalê, bi dehan yasayên giring derketine. Heweha rola Barzanî ya sereke ji bona parastin û xurtkirina pirrnetewî û pirrolîtî û bihevrejiyana aşîtiyane hebûye.
Di siyaseta nacxwe ji bo yekitiya navmala Kurd avabike û xwedî bike rolek gelek mezin leyiztiye û dileyze. Bi endezariya xwe ya diplomatik kariye ku, Kurdistanê û berjewendiyê miletê kurd û herweha xaka Kurdistanê biparêze û Kurdistanê bika mînaka aşitî û istikrarê di herêmê de.
Nirxandin û îirovekirina kesayeta Nêçîrvan Barzanê û zanyariya wê ya diplomatik gerek ji aliyê pisporên civakzan û siyasetzanan ve bê nirxandin ku, bikaribin bi awayek zanistî behsa rolê cenabê wî yê berbi çav bikin.
Nêçîrvan Barzanî xwedî toleransek gelek berfirehe, û ev aliyê wî bûye sedemk bingehîn, gelek zû dikare ji bo pêkanina yekdengiya mala kurd rolê pêwist biley ze..

