Cîhan

Di hilbijartinên serokkomariya Îranê de wê 6 kes hevrikiyê bikin 

Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê 6 navên ku ji bo Hilbijartina Serokkomariya Serdema 14 emîn a 28ê Hezîranê eşkere kir. Namzediya Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad cara sêyemîn nehat qebûlkirin.

Piştî ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî 19ê Gulanê di ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, navên ku namzetiya wan ji bo hilbijartinên 14 emîn dewra serokkomariyê hatin qebûlkirin, eşkere bûn. Piştî ku Lijneya Parêzvanên Destûra Bingehîn lîsteya namzedên ku di Hilbijartinên Serokkomariyê de bikevin rikeberiyê ji Wezareta Karên Navxweyî re şand, lîsteya 6 navî ji aliyê meclîsê ve hat pejirandin û eşkere bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî de, di lîsteya ku ji namzedên mêr pêk tê, Cîgirê Tebrîzê Mesûd Pezeşkyan, Wezîrê berê yê Dad û Karên Navxweyî Mistefa Purmuhammedî, Sekreterê berê yê Konseya Ewlehiyê Seîd Celîlî, Şaredarê Tehranê Elî Riza Zakanî, Emîr Huseyîn Gazîzade Haşimî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Bakir Galibaf cîh digirin.

74 navên ku xwe ji bo namzetiyê rakiribûn hatin vetokirin. Namzetiya Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad, Serokê berê yê Meclisa Elî Larîcanî û Alîkarê Serokkomarê berê Îshak Cîhangîrî nehat qebûlkirin. Piştî salên 2017 û 2021ê cara sêyem namzetiya Ehmedînejad hat redkirin û 2 caran jî ya Larîcanî hat redkirin.

Back to top button