NY: 18 milyon rûpel belgeyên DAIŞê li Iraqê hatin dîjîtalkirin
Şêwirmenda Taybet û Cîgira Rêvebirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ana Peyro Liopis, di Tîma Lêkolînê ya Cezakirina Sûcên DEAŞê (UNITAD) daxuyand ku bi tevahî 18 milyon rûpel belgeyên rêxistina terorê DEAŞ hene. Ev belge di nava 6 salan de bi înîsiyatîfa dîjîtalîzasyonê derbasî platforma dîjîtal bûne.
Liopis di derbarê xebatên UNITADê yên li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de agahî da welatên endam.
Liopîs bi bîr xist ku dema wezîfeya UNITADê wê di 17ê Îlonê de biqede. Liopîs got ku ji bo di vê çarçoveyê de delîlan pêşkêş bikin hemû alî bi xurtî hevkariyê dikin. Liopîs diyar kir ku ewê delîl, materyal û analîzên ku bi dest xistine berî 17ê Îlonê radestî rayedarên Iraqê bikin.
Liopîs da zanîn ku bi saya hevkariya rayedarên Iraqê, di 6 salên dawî de 67 gorên komî hatine kolandin û 18 milyon rûpel ji belgeyên DEAŞê derbasî platforma dîjîtal bûne. Liopîs diyar kir ku ekîb ji bo daxwazên welatên sêyemîn jî alîkariyê dike.