Li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin.
Mehmet Akiş di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê de ji Partiya DEM’êweka serokê şeredariya Colemêrgê hatibû hilbijartin. Akiş îro danê sibehê li Wanê hat binçavkirin. Di dewsa wî de waliyê Colemêrgê Alî Çelîk wek kayum hate tayin kirin.û bû Wekîlê Şaredar.
Şaredarê Colemêrgê Mehmet Akiş di çarçoveya lêpirsînê de li Wanê hat binçavkirin. Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Şaredarê Colemêrgê Mehmet Akiş wek tedbîr jierka xwe hatiye dûrxistin.
Bi bihîstina nûçeyê endamên DEM’ê hatin ber avahiya şaredariyê û dest bi kombûnê kirin. Walîtiya Colemêrgê 10 rojan çalakiyên li bajêr qedexe kir.
Hate hînbûn ku wê Akiş ji Wanê bînin Colemêrgê, Waliyê Colemêrgê Alî Çelîk ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li şûna Mehmet Akişt hat erkdarkirin.
Wezareta Karên Navxweyî der barê betalkirina Şaredarê Colemêrgê Akiş de daxûyaniyek ragihand û dibêje ku, Li ser navê PKKê tevdigere û zextê li gel dike ku tevlî çalakiyan bibe. Herweha wezaret dibêje ku, dozek di derbarê wî de heye û ev doz hêja berdewam e.