Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li YNKê dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 49 mîn salvegera Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê, peyamek ji serokê YNKê Bafil Talabanîre rêkir û pîrozbahî li YNKê kir.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wihaye:
Birêz Bafel Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
silav
Bi helkefta 49 saliya damezrandina YNKê bi germî pîrozbahiyê li we, Mekteba Siyasî, Serkirdayetî, Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên YNKê û hemû endam, alîgir û girseyên YNKê dikim û hêviya berdewamiya serkeftinê û pêşketinê ji we re dixwazim.
Bi vê minasebetê em damezrînerê YNKê, serokê nemir Mam Celal û hemû kesên ku di nav refên YNKê de ji bo azadiya Kurdistanê têkoşiyane bi bîr tînin. Em dîroka têkoşîna YNK’ê bilind dinirxînin.
Bi vê minasebetê em tekezî li ser hebûn û rola girîng a we û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de dikin. Em hêvîdar in ku ev salveger bibe handana têgihiştin, hevgirtin û yekrêziya aliyên siyasî ji bo parastina statuya federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.
Hêviya berdewamiya karên baş…
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2024/6/1