PDK pîrozbahiyê li YNKê dike

Polîrburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi minasebeta 49emîn salvegera damezrandina YNKê de, tpîrozbahî li YNKê dike û tekezî li ser hevahengî û yekrêziya di navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê de dike.
Polîtburiya PDKê îro 1ê Hezîranê peyamek arasteyî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî û endamên Polîtburoyê û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê kir.
Di peyamê de hat gotin: “Bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), em pîrozbahiyeke germ li we, kadro, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikin û hêviya berdewamî û serkeftinê ji we re dixwazin.”
Polîtburoya PDKê tekez li ser pêwîstiya hemahengî, yekrêzî û tekoşîna hevbeş li kêleka hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ji bo çareserkirina arîşeyên niha û parastina destkeftên gelê me û berevanîkirina li qewareya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina saziyên wê.