Civak

Li Mêrsînê otobusa Star Diyarbekirê qeza kir: 10 mirî, 39 birîndar

Li Mêrsînê li ser rêya Tarsûs-Edene- Dîlokê bêyerek trafîkê pêkhat . Li gora agahiyan 4 wesayit tevlî qezayş bûn ê di encam de,li gor tesbîtên ewil 10 kes mirin û 39 kes jî birîndar bûn.

Li nêzî devera Yenîceyê otobusa rêwiyan a bi reqama 34 SD 8821 a fîrmaya Star Diyarbekirê derbasî aliyê hember bû û li 2 otomobîl û qamyonekî qelibî.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên tenduristiyê yên 112, polîs û îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.

Waliyê Mêrsînê Alî Hamza Pehlîvan daxuyanî da û got “Li gor tesbîtên ewil di qezaya ku li ser rêya TAGê pêk hatî de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.

Back to top button