Polîtîk
Hüseyin Çelik bi Kurdî bersîv dide(video)
Îro Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê li gel mirovên aqilmend civiya, piştî civînê Cîgirê Serokê Giştî yê Akparti Hüseyin Çelik bi Kurdî bersîva pirsiyarên rojnamevanan da.
Çelik di derbarê civînê de zanyarî da rojnamevanan paşê li ser pirsa bi Kurdî ya peyamnêrê Kurdistan TV û TRT6, Hüseyin Çelik jî bi zimanê Kurdî bersîva wan da û got: Civîna me bi awayeke serkeftî derbas bû, piştî niha dê pêvajo bi awayeke baştir birêve biçe.
Her wiha Çelik li ser pirsa gelo Hikûmeta Kurdistanê dikare çawa alîkariya pêvajoyê bike? got: Ji xwe Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî alîkariya me dikin, bi hêviya xwedê piştî niha jî emê pêkve vê pêvajoyê bigihînin qonaxeke din…