Civak

Daristanên Rojhilata Kurdistanê dişewite

Daristana çiyayê Manişta li Îlama Rojhilata Kurdistanê 5 hektar zevî de agir derket û bi milyonan dar û ber bûne xwelî.

Daristana çiyayê Manişta li Îlamê, bi sedemeke nediyar agir derket û li encamê de rûberê 5 hektar ji dar û berên wê daristanê şewitîn.

Li gor nûçeyeke NNSROJ, berpirsên dewleta Îranê ji destpêka agirketinê agahdarbûne lê belê çend demjimêrek tu tîmên agirkûjê neşandine devera agir girtî.

Hejmarek ji welatî û jîngehparêzên herêmê hewl dane ku agir kontrol bikin û bitemirînin lê belê dîsa jî milyonan darên berû bûne xwelî.

Hemû salek û bi taybetî li destpêka demsala havînê, ji ber sedemên nediyar daristan û çiyayên Rojhilatê Kurdistanê agir digre û dişewite. Lê berpirsên vê deverê tu hewldanek û amadekariyek ji bo pêş girtina agirpêketin û temirandina agir nadin.

NNSROJ: 

agir1_554165692.jpg

 

agir2_698137107.jpg

 

agir3_119452792.jpg

 

agir4_265308290.jpg

 

agir5_681602478.jpg

 

 

Back to top button