Li wîlayeta Mûsilê kurd lîsteya yekemîn e

Komsyona bala ya serbixwe ya hilbijartinan li Îraqê encamên dawiyê yên hilbijartinên civata wîlayeta Mûsilê eşkere kirin û li gor encamên dawiyê lîsteya Biratî û Pêkvejiyanê, lîsteya kurdan, yekemîn û lîsteya Mutehîdun, lîsteya Usam Nûcîfê serokê parlamentoya Îraqê jî ya duyemîn e.
Serokê komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Îraqê di preskonfrensekê de eşkere kir ku, di hilbijartinên civata wîlayeta Mûsilê de lîsteya Biratî û Pêkvejiyanê 11 kursî û lîsteya Mutehîdun jî 8 kursî bidesrxistine.
Her du kursiyên kuta jî yên şebek û mesîhiyan lîsteya kurdan bidestxistine. Kursiyên din jî li ser aliyên din yên erebî dabeş dibin.
Weke tê zanîn hijmara kursiyên civata wîlayeta Mûsilê 39 kursî ne û 27 aliyên siyasî beşdarî di hilbijartinan de kiribû û bi tenê 14 alî karîn dengên pêwîst bi dest bixin û bibin xwedî kursî di civta wîlayetê de.