Muhbîr heta hilbijartinan erka Îbrahîm Reîsî digire ser milên xwe

Rêberê Îranê Elî Xamineyî di peyama xwe de ragihand ku ji ber mirina Îbrahîm Reîsî û koma pê re li welêt 5 roj şîna giştî ragihandiye.
Rêberê Îranê Elî Xamineyî diyar kir ku piştî mirina Serokkomar Îbrahîm Reîsî, li gor madeya destûrî ya têkildarî wê, Cîgirê Yekem ê Serokkomar Mihemed Muhbîr wê heta hilbijartinan erkên serokkomariyê bi cîh bîne. Xamineyî sersaxî ji gelê Îranê re xwest û ragihand ku li welêt 5 roj şîna giştî hatiye ragihandin.
Muhammed Muhbir kî ye?
Muhammed Muhbir di sala 1955an de li bajarê Dezfulê yê parêzgeha Xuzistana Îranê ji dayîk bûye. Muhbirê ku endezyariya elektrîkê qedandiye, doktoraya xwe di warê plansazkirin û rêvebirina aborî û hiqûqa navnetewî de qedandiye.
Muhbir ê ku di sala 2021ê de ji bo cîgirê yekem ê serokkomariyê hat tayînkirin, endamê Encumena Diyarkirina Berjewendiyên Sîstema Îranê, Rêveberê Giştî yê Sinabankê, Serokê Saziya (Weqfa) Cîbicîkirina Fermanên Îmam Xumeynî bû. Midûrê Gumruk û Veguheztinê yê Saziya Aborî ya Weqfa Mustezaflar û Alîkarê Waliyê Xuzistanê bû.


