Serokwezîr û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê civiyan
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo karûbarên enerjiyê Jeffrey Pitt kir.
Di civînê de Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanawsky jî amade bû, di derbarê geşepêdana sektora enerjiyê, derfetên bikaranîna enerjiya paqij û nûjen û pilan û projeyên ji bo baştirkirina rewşa elektirîkê li Iraq û Herêma Kurdistanê de, nêrîn û raman hatin gotûbêjkirin.
Her du alî li ser giringiya vegerandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê hemfikir bûn, ku bi milyaran dolar dahata Iraqê xerc kiriye.
Piştî civînê, Serokwezîr û Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana santrala Mass Global li Pirdawd û kargeh û zeviya Xurmala ya girêdayî Kar Group li parêzgeha Hewlêrê kirin û serdana beşek ji her du santralan kirin.
Di kongreyeke rojnamevanî de, her du alî tekez li ser pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî bikaranîna enerjiya paqij û berçavgirtina parastina jîngehê û sînordarkirina pîsbûna hewayê.
Serokwezîr got ku, cihê kêfxweşiyê ye ku Amerîka giringiyê dide pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê dike daku em karibin di van waran de gavên baştir û pêşketinan bi dest bixin.
Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo Kurdistaneke bihêz û pêşkeftî di çarçoveya Iraqeke federal de nîşan da.
“Ez kêfxweş im ku dibînim ku pîşesaziya enerjiyê li vê herêmê pêşkeftî ye û li gorî standardên navneteweyî ye. Dema ku ez li dîmenê dinêrim, gelek deverên hilberîna neftê yên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê têne bîra me û ew mîna Oklahomayek piçûk e.” wî got.


