Bafil Talabanî: YNK niha ji berê cudatir e !

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di civînekê de ligel Peymangeha Newlines li Washingtonê got: “YNK’ê di rewşeke dijwar re derbas bûye û niha ji berê cudatir e, baştirîn peywendiyên me li gel Bexdayê hene û herwiha pêwendiyên me yên baş ligel welatên derve bi taybet Amerîka jî heye. YNK tu carî dijberiya Tirkiyê nake û ez jî amade nînim derbarê birayên xwe yên Kurd de agahiyan bidim ti welatekî.’’
Derbarê peywendiyên YNK û PDKê de jî Talabanî got:’”Em hemû dizanin ku li Iraqê çi diqewime. Diyar e YNK û PDK du partî ne ku xwedî îdeolojî, stratejî û pêkhateyên cuda ne. Ev tiştekî pir normal e. Mînak li Amerîkayê çima du partî hebin.” “Belê, cudahiyên me carinan baş in û carinan jî xirab in, têkiliyên me ne zêde baş in û carinan jî hevkêşî dileyizin, ku beşek bi rewşa herêmê ve girêdayî ye.’’


