Pêwîstiya herçar parçeyên Kurdistanê bi Serok Barzanî heye

Nûnerê ENKSê di Komîteya Pêwendiyên Derve û Dîplomasiyê ya Eniya Aştî û Azadiyê de dibêje, PYDê jî heman xeletiya rejîma Sûriyê kir, ew şirîkan ji xwe re qebûl nake, lewma halê Kurdan li Rojava gehiştiye vî halî.
Hewas Egîd ji malpera KDP.info re got: “Diviyabû desthilatdarên Rojavayê Kurdistanê ji ezmûna Herêma Kurdistanê sûd wergirtibana û şirîkatiya siyasî qebûl kirana, lê nekirin û PYDê rê li ber pêkhatina yekîtiya Kurdan li Sûriyê girt û hemû rêkeftin binpê kirin.”
Egîd wiha got: “Deriyê me ji her nêzîkatiyê re vekirî ye û niha ENKS li ser asta navdewletî ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 beşdar dibe. Ev yek ji bo kurdan destkefteke mezin e ji ber ku me karî di pêşerojê de doza kurdî de bidin nasîn.”
Hewas Egîd wiha domand: “Eger Kurd yekdeng bûna, me dikarîbû ji bo gelê xwe karên baştir kirba, lê ji ber siyaseta xirab ya PYDê xelk koçber bûne û gelek bajar û bajarokên Kurdan ji dest dane.”
Egîd wiha got: “Serok Barzanî hertim ji bo Kurdên Rojava xebat kiriye û niha û pêşerojê jî pêwîstiya herçar parçeyên Kurdistanê bi Serok Barzanî heye, wek serok û lêveger ji bo Kurdan. Serok Barzanî cihê rêz û hêviya hemû Kurdan e. Wek hertim pêwîstiya me bi şîret û biryarên Serok Barzanî heye û emê li ser wê rêbazê berdewam bin.”


