Erîşê serokwezîr kirin û jiyana wî di xeterê de ye!
Li himber serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico, êrîşek çekdarî hate kirin û Fico bi çend guleyan bi giranî birîndare. Piştî bûyerê ew rakirin nexweşxaneyû. Li gora daxûyaniyên fermî û herweha li gora madya vî welatî radigihîne rewşa serokwezîr xetere û birîna wî girane.
Berdevkê Wezareta Karên Hundir di daxuyaniya xwe de got, “Ez piştrast dikim ku li dijî Serokwezîr êrîşek çekdarî hatiye kirinhatiye kirin” lê der barê rewşa Fîco de agahî nedan.
Berdevkê nexweşxaneyê diyar kir ku Serokwezîr dema birin Nexweşxaneya Handlovayê bi hiş bû, ji ber birînên guleyan tê dermankirin û fonksiyonên wî yên jiyanî bi îstiqrarin.
Lê belê ofîsa hikûmeta Slovakyayê di e-mailekê de ragihand ku jiyana serokwezîr Robert Fico di metirsiyê de ye û ew bi helîkopterê bo nexweşxaneya Banska Bystrica hatiye veguhestin.
Seroka Slovakya Zuzana Caputova der barê êrîşa çekdarî ya li dijî Serokwezîr Fîco de ev daxuyanî da: “Ez bi êrîşa hovane û bêperwa ya îro ku li Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico hat kirin, ku bi tundî şermezar dikim, bi tevahî matmayî mam. Di vê kêliya krîtîk de ji wî re hêz û başbûnek bilez dixwazim. Fikirên min li gel malbat û hezkiriyên wî ne.”