Civak

Soylu Erdogan ditiye û gotiyê: Kopmloyek heye!

Ayhan Bora Kaplan ji berî demekî wek serokê grubekî tawanan yani bu awayek din serokê gurubekî mafya Tirkî ji aliyû polisan ve di encama operasyonekî de hate girtin. Ji roja ew hatî girtin heta niha rojane nûçeyên di derbarê tawanên kirî û pêwendiyên ku polis û kesayetên berpirsiyar re tê gotubûj kirin.

Herweha tû îdiakirin ku pêwendiyek bi hêz ya Ayhan Bora û wezîrê navxwe yê berê Suleyman Soylu hebû. Gelek cara ev yek di medyayê de cih girt. Herê dawî di çerçoveya doza Ayhan Bora de 3 berpirsên Polisan ji karên wan hatin dûrxistin. Suleyman Soylu vê yekê wek komployekî dinirxîne.

Piştî 3 polis ji kar hatin dûrxistin, nîvîskarê rojnemeya Sozcu Aytunç Erkin, îdia dike ku, Soylu li gel Erdogan hevdîtinek kiriye û behsa komployaku li dijê wan tê amadekirin kiriye.

Aytunc Erkîn di beşek nivîsa xwe de dibêje: Wezîrê Karên Hundir ê berê û Wekîlê AKP’ê yê Stenbolê Suleyman Soylu bi Serokomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin pêk anî. Di 9’ê Gulanê de ji ber doza Ayhan Bora Kaplan, 3 midûrên polîsan ji wezîfeyê hatin dûrxistin, Bi vê sedemê Soylu li gel Erdogan hevdîtinek kiriye.. Ji ber ku di çapemeniyê de gelek caran dihat gotin ku Ayhan Bora Kaplan nêzî Suleyman Soylu ye, Wezîrê Karên Hundir ê berê ji Erdogan re gotiye: “Ez bawer nakim ku komploya li dijî min û hevalên din tenê bi 3 midûrên polîsan re sînordar be. Hat îdiakirin ku wî gotiye, “Divê ev yek bê sekinandin” Serokomar Erdogan jî ji Soylu re gotiye ku, “ew mijarê ji nêz ve dişopîne û bi Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya re axiviye.”

Back to top button