Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê komek hevdîtin kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de cardin serdana Bexdayê kir û di serî de serokwezîrê Iraqê û gelek berpirsên din re hevdîtin kirin û ew pirsgirêkên ku çareseriyê dixwazin hatin gotubûj kirin.
Beşek ji hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê:
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin
Li Bexdayê Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî kir.
Her du alî li ser rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pirsên hevbeş ên her du alîyan danustandina bîr û ramanan kirin, herwiha bernameya karê hikûmeta Îraqa Federal û plan û stratejiyên ji bo geşepêdana aborî li Iraqê gotûbêj kirin.
Di mijareke dinê civînê de, çendîn mijarên hevbeş di navbera hikûmeta Îraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin û tekez li ser berdewamiya diyalogê di navbera her du aliyan de di hemû waran de ji bo gihiştina çareseriyeke berdewam li ser bingeha destûr û yasayan hate kirin. .
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Dadgeha Bilind a Federalî dê çend mijaran gotûbêj bikin
Serok Barzanî li Bexdayê pêşwaziya dadwer Casim Mihemed Ebûd Serokê Dadgeha Bilind a Federalî kir.
Di hevdîtinê de li ser destûr û parastina aştî û aramî û berjewendiyên bilind ên welat danustandina bîr û ramanan kirin û tekezî li ser çend mijarên derbarê rewşa giştî ya Iraqê kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê rola serokê dezgeha dadwerî ya Iraqê bilind nirxand
Serok Barzanî li Bexdayê pêşwazî li Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan kir û rêz li çareserkirina kêşeyên Iraqê girt.
Her li vê hevdîtinê de behsa serdana Serok Nêçîrvan Barzanî bo Tehranê û hevdîtinên wî ligel rêber û berpirsên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hate kirin.