Polîtîk
El Hayat: Mesûd Barzanî dê bibe Serok Komarê nû yê Iraqe
Zêdetirê siyasiyên Kurd û Erebên navçeyê û Iraqî jî Mesûd Barzanî wekî bijardeyekî lêhatî ji bo posta Serokayetiya Komara Iraqê behs dikin.
Li gor rojnameya El Hayat ya çapa Londonê li hejmara îro de bi vegerana li ser jêderên agahdarên Kurd û Erebên Iraqê nivîsî “Barzanî li nav axaftinên siyasiyan de wekî kesayetiyekî ber bi çav ji bo wergirtina posta Serok Komarê Iraqê ya li hilbijartina sala 2014 tê binav kirin.”
Li gor rojnameya El Hayat, li rojên pêş de sefera Barzanî ya Bexdayê û hewl ji bo hemahengiya navbera partî û tevgerê siyasiyan bi armanca çareseriya qeyran û dawî anîna şer û pevçûnên li navbera Bexda û Hewlêrê tê encam dan.