Dosya

Karek û daxwazek

Karek û daxwazek

Ev du mehe çûme Kurdistane, bi serêxwe û imkanên xwe yên hêjar, di xeteriyan de çûme Suri û Kurdistana Başur kampa Domiz, li Duhoke;

Min nêzî hezarek wene girtine û heft seat filim li ser jiyana gelê Kurdên Rojava kişandiye. Ji bo amedekirina belge filimekî dirêj li ser rewşa Kurdên Rojava di tê de dijîn pêkbînim. Ezê vê xebata xwe bikim belge filmek û ji dîroka berxwedana gelê Kurd re amade bikim.

Min  roportaj li gel hemu hêzen siyasiyên kurdan, berpirsên siyasi, civakî, însani, olî û kesayetên  serbixwe ra, li ser rewşa wan çekirine.

 Lê çi heyf, ji ber bê imkaniyan, tunêbuna aburi, bê xwedîbuna kurda, heqên sididioye, teknisiyen û welgera tercumêya Îngilizi, Fransi, diyare ewê gelek derengî derkeve;

Ez ji vir cardin bangî însanên têgiştî, ên bi xîret; Kurdên bi imkan, serdar û berpirsên Kurdistaniya dikim;

 

Alikariya van karan bêku dereng bibe, di wextêde li medyaya cihanîde karibe rola xwe bilize û Ji bo li Avrupa kurd karibin bi tesirbin, van xebata paşgoh nekin, pê$şiya hertişti alikarbibin û imkanên hewceyî ez daxwaz dikim jibo tercume, montaj û xilaskirina vî belge filimi;

Ez bang dikim, yarmati bidin ew kesên bi van karan meşgul dibin, daku em bi karên xwe, li dervayên welat, ji bo gelê xwe yê azadixwaz dewra xwe xweş bicîh bînin;

Xebatên her cureyên di medyayêda, di wextêde bi belge filim, roportajên bi wêneyan di vê roja me de tesirek gelek mezin dilîze.

Xebatên bi vî rengî ji bo danasandin, xwestek û parastina heq û huquqe gelê xwe, bi zanisti çek û silehekî herî mezine…

Di rojevê de mayin, bûyina xeleka ber bi civata cihanî; Bi cîh anin û avakirina kopriya dengên parastina mafên gelênxweyî Kurdistaniyên Mazlum, di nav gelên cîhanide…

 

Rez û silav

Suayip Adlig

84, Quai Alexandre III
50100 Cherbourg
France

Tél. 0033 6 07 58 44 51

Email : [email protected]

Desteyek weneyên Suayip Adlig:

Back to top button