Civak
Li Kampa Ruwanga arikarî hate belavkirin
Çalakîyên arikarîyê yê Dezgehê Xêrxwaziya barzanî li ser penabera berdewam e. Di çerçoveya arikariya belavkirina cilûberg,xwarin û kelûperên pêwistiyê de, li kampa Ruwanga pakêtên xwarinê hatin belav kirin.
Dezgehê Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, roja 07.05.2024ê li kampa Ruwanga ya ser bi parêzgeha Duhokê, pakêtên xwarinê li ser 2261 malbatên rûniştvanên kampê dabeş kir.