Civak

Xebatên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku xebatên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rawestandiye.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên  Iraqê Cumana Gelayî ragihand ku li ser biryara Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê biryar da ku hemû rêkarên teknîkî û darayî yên di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bên rawestandin. Heta ku gilîkariyên li Dadgeha Bilind a Federal çareser bibin, hemû kar hatine rawestandin”.

Peyvdarê komîsyonê teqez kir ku biryara encûmena komisyonan ya ji bo rawestandina proseya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dikare li cem dezgeha dadwerî bê gilîkirin.

Gelayî got: “Niha ne diyar e ka wê kengî gilîkarî bên çareserkirin û komîsyon xebatên xwe bidomîne”.

Back to top button