Tirkiyê hemû bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestand
Wezareta Bazirganî ya Tirkiyê ragihand ku qonaxa duyemîn a tedbîrên ku li ser asta dewletê hatine girtin dest pê kiriye û danûstandinên hinardekirin û îthalatê yên girêdayî Îsraîlê hatine rawestandin.
Di daxuyaniya Wezareta Bazirganiyê ya der barê mijarê da wiha hat gotin:
Weke ku tê zanîn di encama êrîşên Îsraîlê yên li dijî Filistînê yên li dijî hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan de, zêdetirî 35 hezar sivîlên Filistînî ku 15 hezar jê zarok in jiyana xwe ji dest dane û nêzî 78 hezar welatiyên Filistînî jî birîndar bûne.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve Tirkiye di asta herî jor de înîsiyatîf girtiye û hemû amûrên dîplomasiyê ji bo rawestandina pevçûnan, pêşîgirtina windahiyên mirovî û rûxandina fîzîkî, misogerkirina agirbesteke mayînde û pêkanîna çareseriya du dewletan bikar tîne.
Welatê me ji roja ewil ve ji bo gelê Xezeyê hatiye pêş, bi deh hezaran ton alîkariyên mirovî bi taybet madeyên xwarinê û tenduristiyê bi keştî û balafiran gihandiye herêmê, bi hezaran nexweş derxistine û anîne Tirkiye.
Lê belê komkujî, karesata mirovî û wêrankirina fizîkî ya ji aliyê Îsraîlê ve hat kirin, berdewam kir û Hikûmeta Îsraîlê hewldanên agirbesta navneteweyî bê bersiv hişt û alîkariya mirovî asteng kir. Li ser vê yekê Tirkiyê ji 9ê Nîsana 2024an pê ve hinardekirina 54 komên berheman bo Îsraîlê sînordar kir,
Di vî warî de qonaxa duyemîn a tedbîrên ku li ser asta dewletê hatin girtin dest pê kir û danûstandinên hinardekirin û îthalatê yên girêdayî Îsraîlê bi temamî hatin rawestandin û ev yek hemû berheman li xwe digire.