Cîhan

Erdogan û Ozel civiyan

Hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel saetek û 35 xuleyan dewam kir. Serokê CHPê piştî hevdîtinê beku, daxûyaniyekî bide çû Navenda Giştî ya CHPê, ewil agahiya nehatîn ragihandin ket destê rojnemevana de. Li gorî vê, hat hînbûn ku Serokomar Erdogan ji ber serkeftina hilbijartinê Ozel pîroz kir û ew ê di demeke herî nêz de serdana Navenda Giştî ya CHPê bike. Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk serdana Erdogan piştrast kir.


Piştî hevdîtina taybet a di navbera Serokomar Erdogan û Serokê Giştî yê CHPê de rojnemevana hinek agahî destxistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên CHP’ê hatin girtin, hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bû. Her wiha hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan dê dîsa serdana Navenda Giştî ya CHPyê bike. Çavkaniyên AK Partiyê diyar kirin ku Erdogan ji ber serkeftina hilbijartinê pîrozbahî li Ozel kiriye û ew ê di zûtirîn dem de serdana CHPê bike.

Piştî civînê hem AK Partî û hem jî baskê CHP’ê bêdeng man, agahiyên ewil ên paşperdeyê yên ji eniya CHP’ê nîşan didin ku civîn gelekî erênî û berhemdar bû. Rojev bi berfirehî hate nîqaşkirin.Erdogan Ozer

Back to top button