Cîhan
Qada Taksîmê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê hat girtin
Qada Taksîmê ya Stanbolê ji pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên karker û kedkaran re hat girtin.
Ji bilî Qada Taksîmê, di saetên serê sibê de rêyên diçin Qada Taksîmê jî ji trafîkê re hatin girtin. Li kuçe û kolanan otopark qedexe ye, li Taksîm, Şîşhane, Kabataş, Mecîdiyekoy, Şîşlî, Saraçhane, Qada Beşîktaş û Dolmabahçeyê wesayîtên rawestandî yên li otoparkan hatin rakirin.
Li Beşîktaş, Beyoglu, Şîşlî, Fatîh û Kadikoyê konteynerên çopê hatin rakirin û kevir û malzemeyên bi vî rengî hatin paqijkirin.
Nehiştin wesayît û karmendên şaredariyê li qadên ku tedbîr hatin girtin bin.