Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bingehekî tendirustiyê li Şengalê vekir
Li dirêjahiya kar û çalakiyên xwe yê li navçe û cihên cûda cûdayên Kurdistanê, doh Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Şingalê bingehekî tendirustiyê li taxa Şehîdên qezayê Şingalê vekir û her li Şingalê hevkariya 400 zarokan (li çarçêweya Projeya Çavdêriya Azîzan) kirin.
Li vî derbarî de Mûsa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li daxuyaniyek de ragihand: Dirustkirina vê nexweşxaneya li vê navçeyê ji bo xizmetkirina xelkê vê qezaya Kurdperwer bûye û li ser bûdçeya wan bûye û ragihand: Rûberê zeviya bingehê 3500 metir dûcaye û rûberê avahiyê 2600 metirê dûcaye û bi budçeya 600 hezar dolar hatiye dirustkirin û ji bilî li beşê serekiyên taqîgeh û jûra tîşk û dermanxaneyê li sibehan û êvaran kar têda têkirin eve ji bilî li jûra diktoran û malekî taybet ji bo wan doktorên li derveyê Şengalê tên pêkhatiye.
Aliyê hikûmî li dabînkirina zevî li vî derbarî de hevkar bû û ji bo hevkarîkirina wan ya serxistina projeyê spasiya Hêmin Grûp û malbata Xalîd Xoşnaw kir û hêvî jî xwest xelkên dinê dewlemend jî karên bi vî awayî bikin bi taybetî li navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê ku ji gelek projeyan bêbeşin.
Heman demî de Musa Ehmed ragihand: Her îro li çarçêweya projeya çavdêriya azîzan ya ji bo hevkarîkirina zarokên bê dayik û bav dezgehê hevkarî gihand 400 zarokan û hevkarî jî yê 4 mehane ku wate her zarokek 200 dolar ji bo 4 mehan wergirt.
Dûpat jî kir ev proje li parêzgehên Herêma Kurdistanê serket û niha kar ji bo zêdetir berfirehkirinê didin ku navçeyên Kerkûk û Germiyan û Mûsil jî li xwe bigrê û dûpatkir ku dezgeh dergehên xwe ji bo wan hemû xêrxwazan vekiriye û dûpat jî kir dezgeh ne cara yekeme serdana navçeya Şingal û navçeyên dinê Iraq û Kurdistanê dike bi taybetî li rûdana her karesatekî siruştî yan jî kirdarekî terorîstî li navçeyê rûbide û herdem dezgeh bi rênimayiyên Barzaniyê Nemir bi xizmetkirina mirovayetî û rênimayiyên Serok Barzanî li erkê xwe bi bê kêmasî berdewam dibê.