Wekî Başûr li Bakûrê Kurdistanê Herêmek dixwazin

Muhammed Akar Cigirê Rêkxerê Însiyatîfa Îslamiya Kurdistanê, nêrînên xwe anî ziman got: Em ji bo Bakûrê Kurdistanê statuyek dixwazin.

Muhammed Akar Cigirê Rêkxerê Însiyatîfa Îslamiya Kurdistanê di derbarê “Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakûrê Kurdistanê” nêrînên xwe anî ziman got: Ev Konferans, Konferanseke dîrokiye, li vir ji her bîr û baweriyek Kurd kombûn. Ji bo statuyeke Kurdistanê em li gel nûnerên Asurî, Suryanî, Ermenî, Mesihî, Cihûyan civiyan. Ya herî girîng eveye. Li Başûrê Kurdistanê statuyeke Kurdan heye, Federalî heye, Herêmek heye Hikûmet heye. Daxwaza me jî ji Tirkiyê eweye, li Bakûrê Kurdistanê jî Hikûmetek û Herêmek pêkbê, parlementoyek pêkbê û bi vî awayî jî pirsa Kurd bête çareserkirin. Her wiha em dixwazin zimanê me bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdehiyê.

Nêrînek

  1. Konferansa li diyarbekir bo çi hate kirîn? \r\n\r\nNivîskar Fehîm Işık mesele baş fêhm nekiriye û hetta wî Serokê Ergenekona Dewleta Türk A. Öcalanjî fêhm nekirîye. Belê Öcalan dibêjit ez bi serê xwe nikarim biryara netewi bidim yanjî vê meselê rêvebibim, lê di rêzên jêrdejî Öcalan berovajî vê gotinê emri dide Konferans û BDP ev kar weki ez dixwazim divê bête rêvebirin. Öcalan hişyarîyê dide BDP û duvelankên xwe ku xwe amadebikin bo her şerekî dijê parçebu-na dewleta Türk. Jiber hindê ne tinê Nivîskar Fehîm Işık belku gelik nivîskar û çapemeniya Başûrê Kurdistan jî ne mesele baş fêhmkirin û nejî dixwazin vê meselê fêhm bikin.\r\n\r\nYekîtiya Kurda bi rêya raman û parastin û nuvekirina kemalizmê hayêt pêkhatin. Fehîm Işık vê meselê naxwaze bizane yanjî nekariye analiza millî liservê kûr bibîne.\r\n\r\nJibo çareseriya doza gelê Kurde ev Konferansa ji biryargeha İmralî hatîkirîn nikare rêya kêşeya Kurd bi vî halî û rewşê çareserbike, belko giriftarî, bê îstîkrarî û tengavî berdewamdibin.\r\n\r\nNemeya PKk/ A. Öcalan di konfernsêde hatî xwendin mixabin Kurda û siyasetvan û rewşenbîrên wan hêjî tênegiheştine û naveroka wê gotarê nekarîne zelal bikin.\r\n\r\nKemal Atatürk didemê xwede li Siwasê û Erzurumê jî Konferansên bi vî rengî pêktanîn û kurd û eşîrên wan komdikir û bi vê komkirina konferansan dihatin xapan-din, hingê jî Kurda Doza milli û netewî danîbun rexeke din,yanjî bi daxwaz Kurda doza xweya milli teslimê kemalizmê kirin. \r\n\r\nGelo pistî 85 Salan di cîhanêde çihatiye guhartin? Kurd zanabune yanjî hêjî wekî berê ji pêşketin û nûjenbuyîna dinyayê bê agahdarin? Ev pirse dikeve çarçûva Konferansa ku duhî(2 rojan)li Diyarbekir hatî çêkirinde divê bête ditîn. Îrojî PKK yanî Partiya Karkerên Kemalizmê (pkk) vê carê jî li bajarekê dinyê Kurdistan konferansên wekî Kemal Atatürk boku wekî hercaran Kurdan bixapînin dane despêkirin. Vê carê di-demekî cîhane nûjen, pêşketî û zanada Kurd têne xapandin liser dest û fikra partiya dijminê gelê Kurd PKKê.\r\n\r\nEv Konferans ne di mesleheta doza gelê Kurd û Kurdistanê de hatiye pêkhatin, belku Kurdan liser tiştekî besît û bê xwebêj bi dewletêve girêbide hatiye encamdan, divê hon vê welê bizanin û bibînin.\r\n\r\nTukesê statuyekî netewî bo Bakurê Kurdistan jixwe nexwestine û nejî boye biryara encamdayina konferansê jî. Ev bi serêxwe bo me diyardike ku İmralî û PKK / BDP divelankên A. Öcalan liser daxwaz û xwesteka dewletê dîroka berê ya xiyanet, talan-lkari, hejarî û mirinê dubare liser gelê Kurd didin ferzkirin.\r\nÎsmaîl Girikî\r\n17.6.2013

Nerîna min :