Cîhan

Serok tevli Forma Aboriya Cîhanê dibe

 Serokê  Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo be¨dariya di kongreya aborîya cîhanî ya Saint Petersburg de serdana Rusiya dike.

Jêderekê ji serokatîya herêma Kurdistanê ve îro duşembe 16/06/2013 ji kanala Rûdawê re ragihandiye, ku ´´Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, di çend rojên dahatî de serdana Rusiya dike bi mebesta beşdarîkirin di kongreya aborîya cîhanî ya Saint Petersburg de.´´
 
Li gor nûçeya Rûdawê, jêderê seroaktîya herêma Kurdistanê tekez kiriye ku eve bo cara yekemîne ku bepirsên Kurd bo evê kongreyê dihêne vexwandin ku hevşêweya kongreya  cîhanîya aborî ya Davos´ê ye û bi şêweyeke taybet jî evê carê serok Mesûd Barzanî hatiye vexwandin.´´
 
Kongreya aborîya cîhanî ya Saint Petersburg dê roja 19 ê evê heyvê dest pêbike  û dê çendîn kesayetîyên giringên cîhanî û serokê dewletan beşdarîyê tê de bikin.
 
Her li gor heman jêderî, Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê jî bo evê kongreyê hatiye vexwandin.

Back to top button