Civak

Erdogan: Ev hilbijartin wê bibe sedema destpêka serdemek nû

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan, li Ûskudarê dengê xwe da. Erdogan û hevjîna xwe Emîne Erdogan ji malên xwe yên li Uskudar Kisıkliyê derketin û hatin Dibistana Navîn a Saffet Çebî. Erdogan piştî dengdayînê daxuyanî da û got, “Ev hilbijartin wê bibe sedema destpêka serdemeke nû, sedsala nû.”

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Erdogan got: Em hilbijartinên rêveberiyên herêmî li dar têxin. Du hilbijartinên li pey hev di demeke wiha kurt de bi rastî gelê mewestiya. Kampanyayeke me ya pir dijwar hebû. Ez wisa difikirim ku bi lidarxistina van hilbijartinan îro em ê encameke baş bi dest bixin.


Ev hilbijartin wê bibe destpêka serdemek nû. Hêvîdar im hilbijartinên parlemento û serokkomariyê li aliyekî û hilbijartinên herêmî ji aliyê din ve bibe sedema destpêka sedsala nû. Ez spasiya hemû hevalên xwe yên karmendên ser sindoqan dikim.”

Back to top button