Civak

Erdogan:Dixawzin me tehdît bikin

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan îro berê sibehê demjimêr 1.45ê vegeriya Stanbulê. Eve çend rojek bû Erdogan li hinek welatên Bakurên Afrikayê bû.

Dema Erdogan vegeriya 10 hazar insana pêwaziya wî kir. Erdogan ji bo xelkê ku pêşwazî lê kirî axavtinek kir.

Di axavtina xwe de Erdogan behsa bûyerên Park a Gezî kir û got: Ev hemû derbas dibin. Li vê parkê hêjmara dara ji 15an nabûre. Lê mixabin 2 ciwanên me jiyana xwe ji dest dane.Me heja bû ku ev yek çêbibe.

Erdogan behsa rewşa Tirkiye û pêşketina darayî kir û got: Hinek dixwazin aramiya heyî têk bidin. Lê em rê nadin vê yekê.

Erdogan got: Em bi hilbijartin hatine  ser hukum. Eger hinek bixwazin me biguherin rêya vê hilbijartinin.Wek din em tu awayî rê nadin ku metodên din bêne karanîn.

Dixweyê Erdogan li himber bûyerên ku evê 10 rojin çêdibin, helwesta xwe naguherê û her bi tundî diçe li ser vê pirsê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button