Polîtîk

Yekîtî demana pêşveçûn û parastina gelê me ye

 
Mesrûr Barzanî endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê li Dihukê hola kongre û civînan bi berpirs û kadro û endamên her 5 şaxên PDKê yên li devera Behdînanê re civiya.

Di civînê de Mesrûr Barzanî behsa çendîn mijarên girîng weke rewşa Kurdistanê û meseleya destûra bingehîn ya Kurdistanê, rewşa deverê û hin welatên derdor kir.

Di derbarê prosesa aştî li Tirkiyeyê nav hatî piştgîriya partiya demokrata Kurdistanê bo prosesa han diyar kir û hêvî xwest ev prosesa han bigehêje encamên baş.

Di debarê belav bûna hizrin tundrev yên olî li Rojhilata Navîn de jî Barzanî diyar kir ku, Kurd bi ti awayî piştgîriya tişteke wisa nekiriye û nake û Kurdistan hertim nimûneyeke baş ya bihevre jiyan û pêkhateyên olî bûye lewre plan û nexşeyên belav kirina tundûtîjiya olî li Kurdistanê de bi ti awayî sernakevin.

Di derbarê meseleya refrandom ya li ser destûra bingehîn a Kurdistanê û îsrara PDKê li ser refrandomê îsrar kirin di prensîbên demokrasî û herwiha parastina mafên xelkê Kurdistanê ye.

Çavkanî behsa kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kir û ragihand ku, Kurdistanê hertim piştgîriya çareser kirina kêşeyên han bi rêya diyalog û di çarçoweya destûra bingehîn ya Îraqê de kiriye û binpê kirina her made anjî xaleke destûra bingehîn ya Îraqê dibe sedema çûyîna Îraqê ber bi pêşerojeke nediyar ve.

Di beşeke din ya vê civîna han de Mesrûr Barzanî behsa girîngiya yekîtî û hevdengiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û got: Ev yekîtiya han  demana sereke ya pêşveçûn û parastina gelê me ye

Back to top button