Polîtîk

Serok Barzanî di derbarê hilbijartinê de axivî

Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî ligel Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hitchen rewşa siyasî ya Iraqê û rêveberiya Herêma Kurdistanê nirxand.

Barzanî, amaje bi wê yekê jî kir ku ji ber sedemên cuda yên siyasî û desttêwerdanên derve, hilbijartin ji bo 2 salan hatin paşxistin û got: “Em dixwazin hilbijartin dûrî desttêwerdanên derve û biryarên siyasî yên Dadgeha Federalî û ji bo parçekirina PDKê bên kirin”.

Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku ew biryarên nedestûrî yên Dadgeha Federalî ya Iraqê, ku xwe di şûna desteyên yasadanîn û cîbicîkar de digire, qebûl nakin û teqezî li ser wê yekê kir ku têbînî û daxwazên PDKê li gor yasa ne û divê hilbijartinên dadmend û zelal di çarçoveya Destûra Bingehîn de bên kirin.

Barzanî bal kişand ser siyaseta hikûmeta federal ya birçîkirina gelê Kurdistanê û bûdçeya wan û got: “Pêwîst e çareseriyek teqez ji bo bûdçeyê bê dîtin”.

Back to top button