Iraq TikTok ê qedexe dike!

Iraq xwe amade dike ku platforma medyaya civakî ya TikTok qedexe bike. Wezîrê Ragihandinê yê Iraqê Yasirî ragihand ku daxwaza qedexekirina TikTok ji Civata Wezîrên Iraqê re hatiye şandin.
Piştî DYA’yê, Iraqê jî ji bo qedexekirina platforma medya civakî ya TikTokê xwe amade dike. Wezîrê Ragihandinê yê Iraqê Hiyam Yasirî ragihand ku wan ji Civata Wezîran daxwaz kiriye ku TikTok were girtin.
Wezîr Yasirî diyar kir ku Iraq êdî di lîsteya welatên ku herî zêde vîdyoyên porno temaşe dikin de nîne.
Yasirî di civîneke çapemeniyê de li Bexdayê diyar kir ku di hejmara kesên ku serdana malperên pornoyê dikin de kêmbûneke cidî heye.
Wezîr Yasiri diyar kir ku di meha Kanûnê de 500 milyon (nîv milyar) kes serdana malperên pornoyê kirine û destnîşan kir ku di meha Sibatê de ev hejmar 411 milyon kêm bûye û bûye 89 milyon.
Wezîr Hiyam Yasirî bang li wezîrên din ên lijneya wezîran kir ku divê ev platforma medyaya civakî bê girtin û wiha got: “Divê nûnerên gel bibin alîkar ku TikTok li welêt were qedexekirin.”
Di van demên dawî de, gelek malbatên Iraqî gilî li zarokên xwe dikin ku sepana TikTok bikar tînin. Malbat dixwazin zarokên xwe bi qedexekirina TikTok, ku vîdyoyên cinsî yên ku bi nirxên civakê re li hev nayên parve dike, werin parastin.


