Polîtîk

Balyoza Amerîkayê: Em ji biryara PDKê bi endîşe ne

Balyoza Amerîka ya li Iraqê Alina Romanowski di derbarê biryara PDKê ya boykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de got: “Em ji biryara PDKê bi endîşe ne (paxan in”.

Piştî ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryara betalkirina kotaya 10 kursiyan a ji bo pêkhateyên Herêma Kurdistanê dabû, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihandibû ku ewê beşdarî hilbijartinan nebin.

Alina Romanowski, di vê derbarê de li ser medya civakî û hesabê Xê peyamek belav kir.

Romanowski got:

“Em ji daxuyaniya Partiya Demokrata Kurdistanê ya ku dibêje wê hilbijartinên Herêma Kurdistanê boykot bikin, bi endîşe û nîgeran in. Em ji hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku ji bo hilbijartinek azad, adil, zelal û pêbawer bixebitin. Divê gelê Herêma Kurdistanê di diyarkirina pêşeroja xwe de xwedî biryar be”.

Back to top button