Li gelek bajarên Kurdistanê lehî rabû
Barana ku ev 2 roj in li Şirnexê didome, di çûn û hatinê de astengî derxist. Ji ber lehiya ku bi qasî 3 kîlometreyan dûrî navçeya Qilabanê rû da, rêya Şirnex-Qilabanê ji çûnûhatinê re hat girtin.
LI MÊRDÎNÊ MAL TIJÎ AV BÛN
Li Mêrdînê ji ber barana zêde gelek mal û kargeh di bin avê de man. Barana zêde bandorek neyînî li jiyanê kir. Li navçeyên Artuklu, Omerli û Qoserê gelek kuçe û kolan tijî av bûn, hin mal û kargeh di bin avê de man. Kesên ku ji baranê re amade nebûn, ji bo paraztinê xwe li cihên kar û di bin kavilên avahiyan de girtin.
LI SÊRTÊ KOLAN BÛN GOLA AVÊ
Barana ku ji doh êvarê û vir ve li Sêrtê bariya bandora xwe berdewam dike û bandorek neyînî li jiyanê kir. Ji ber barîna baranê hin kuçe û kolan tijî av bûn.
LI DUHOKÊ LEHÎ
Herweha barana zêde bandorek mezin li hinek bajarên Başûrê Kurdistanê wek Duhok û Hewlêrê jî kir. Li Duhokê lehiyê ziyanek mezin da xelkên bajêr û derûdora wê. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî zimên ku ji bo ziyanên lehiyê kêmtir bibin ewê bi her awayî di xizmeta gel de bin.


