Ev kurd çi dikin?
Li Kurdistanê gellek bûyerên ecêb diqewimin. Herweha Kurd niha di rewşek wer dene ku nizanin li dijî çi bisekinin an di kîjan mijarê de çi bikin.
Navê paşayek Osmanî li pira ku wê li Stenbol çêbe dikin Kurd eciz dibin. Kes nabêje ku di hemû bajarên Kurdistanê bi navê Atatirk dibistanek heye.
Kes nabêje ku navê balafirgehê Sabiha Gokçen e. Kes li derdora xwe nanêre ku li Kurdistanê gellek mînakên bi vî rengî hene.
Ew ne bes, em Kurd xwe ji bo parkekê li Stenbolê eciz dikin. Heta gellekê me diçe wê derê ji bo piştgiriyê. Ên ku nikarin herin jî li bajarên Kurdistanê çalakiyan li dar dixin.
Ka em bipirsin sedemên wan bûyeran çi ne? Ji bo çi partiyên Tirka li ser parkekê şer dikin û çi karê me kurda di nav vê şerê qirêj heye?
Dema mirov di fikr û ramanên xwe de ne zelal be, di pratîka wî jî tiştên ecêb û balkêş derdikevin holê. Ji ber ku armanc û daxwaz ne zelal in, di partîkê jî tu zelalbûn namîne.
Divê em Kurd wek netewek, li gor berjewendiyên netewî tevbigerin û li gor wê jî polîtikayên me yên netewî hebin. Ji ber ku doza me doza serxwebûnê ye, dozeke netewî ye.
Dema em di fikr û ramanên xwe de zelal bin, wê demê emê zanibin ku li ku derê çi bikin an di kîjan bûyerê de çawa tevbigerin. Wê demê emê xwe bi tiştên ne tiştek eciz nekin. Wê demê ewê pratîkên me nebin mijara lêkolînê.
Bi kurtasî, ger em siyaseta xwe li ser bingeha netewbûnê avanekin û polîtîkayên me yên netewî û zelal tune bin; emê -wek ku îro li ber çavan e- bibin perçeyên polîtîkayên dagir-keran.
Roger Çaxer