Civak

DXB ciwanên Rojava perwerde dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel berdewamiya helmetên zêdetir xwe nêzîkkirina malbatên koçberên rojavayê Kurdistanê, ku li zêdetirê navçe û bajarên Kurdistanê bi cîh bûne, heman demî de ji bilî li dabînkirina pêdiviyên wan yê rojane, hewl dide li rûyê zanistî û hûnerî ve koçberan hişyar bike.

Bi mebesta berev pêşbirina asta zanistî û huneriya koçberên kampa Domiz, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina (IOM) taybet bi rexsandina helên kar ji bo koçberên wargeha Domiz pênç xulên zanistî û hişyariyê ji bo wan vekir.

Di derbarê van xulan jî, her yek ji xula computer ji bo kur û keçên wargehê her wiha dûrman û sertaşînê li xwe digrê ku têda zêdetirê 70 kur û keç li vê xulê da beşdarî kiriye ku rojane nêzîkî du demjimêr heta heyvekî berdewam dibê ku zêdetirê wane li ruyê kiryarî û praktîkî ve ji aliyê mamostayên pîspor ve tê pêşkêş kirin.

Back to top button