Nivîsar

Rewşa Suriye û tevgera kurd li Rojava

Dixweyê piştî li hevkirina Amerîka û Rusya li ser kombonekî li Genève, rewşa Suriye ket di pêvajoyek din de. Heta duh di nirxandinên dihatin kirin de temenê rejima Esed bi mehan dihata pîvandin.

Lê niha dixweyê çûyîna rejima Esed li herêmê tewazina heyî bi temamî serûbinû dike. Ev yek ne li gora berjewendiyên dewletên wek Rusya û Çînê ye. Herweha li herêmê de jî Dewletên wek Îran û Iraqê jî naxwazin rejima Esed biruxe.

Dixweyê ev yek hesabên Amerîka û Israil re jî li herêmê digunce.

Opozisyona Suriye jî nekarî bi awayek rêk û pêk xwe rêxistin bike û hêzên xwe yên leşkerî di bin banê fermandariyekî giştî de kom bike. Ji aliyê din opozisyona Suriye nekarî li gel Tevgera Kurd li Kurdistana Rojava hevkariyekî pêkbîne û bibin yek deng. Bê guman belkî ev yek aloziya opozisyonê ya herî girîng bû.

Tevgera Kurd nedizaniya ku, sibe opozisyona Suriye bibe xwedî desthilat dê rewşa Kurdan çibe. Ev yek ne zelale ji bo vê jî kurd di nava metirsîyekîde bûn.

Ji berî niha çendekî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rojnameyek Brîtanî de behsa rewşa Suriye kir û got: Emê bi her awayî Kurdên Rojava li dijê grubên terorist wek cephe El Nusra û grubên din biparêzin.

Vê yekê li gora rewşa nû ya destdayî rênîna desthilatdariya Kurdistana Başûr jî da xuyakirin.  Sibehî rejim û opozisyon li hev bikin û şerê heyî bisekine, gelo dê rewşa Kurdan çibe? Dixweyê çibe bila bê Kurd li herêma xwe bi awayekî dibin desthilat.

Lê dinava kurdan bi xwe de jî pirsgirêkên mezin hene. Heta niha tevgera kurd jî di nava xwe de yekitiyek bi rêkûpêk pêkneaniye.

Niha li Kurdistanê bi rêya rejima Esed PYD bûye xwedî desthilat.  PYD tu qîmetekî nade peymanên hatî çêkirin û ji xwe pêve jî kesekî li herêma kurdan qebûl nake. Belê partiyên din jî hene û ew jî xwedî hêzin û çekdarên wan jî hene.

PYD rê li van aliyan digire û naxwaze bibin hêzek çekdar. Lê ev yek wê ne li gora daxwaziya PYDê be. Hinek partî û aliyên siyasî xwe kirine di bin çengên PYDê de û qîma xwe li her tiştekî anîne. Lê hinek hêz vê yekî qebûl nakin.

Eger PYD li gora peymana Hewlêr kar bike dê tu nakokî di nav kurdan de dernekevin. Na eger PYD li serê xwe siwarbe û nexwaze rê bide kesekî, dê di dawiyê de PYD winda bike.

Tevgera Kurd divê li gora peymanên hatîn pêkanîn kar bikin û hemî heyîna hevûdin qebûl bikin û desthilatdariya Kurdistana Rojava bi awayek hevbeş pêkbînin heta rojek ji rojan dezgehên îdarî li Rojava bêne avakirin û hilbijartin çêbin. Hingê li gora normên demokrasiyê rewş tê guhertin.

2.6.2013

Dara Bilek

Back to top button