Tirkmenên İraqê jî dê herêmeke serbixwe rabighînin
Ger İraq bi ser herêmên kurdî, şî’e û sunne de bê dabeşkirin, turkmen jî dê herêma xwe rabighînin.
Piştî ku Cîgirê Serokê Emerîkayê Joe Biden fikra çend sal berê ya dabeşkirina İraqê dîsan xist rojevê, Civata Eşîretên Cepheya Turkmenî jî ragehand ku eger İraq bi ser sê deveran de bê dabeşkirin ew ê jî herêma turkmenan îlan bikin.
Di vê derbarê de Endamê Civata Eşîretên Cepheya Turkmenî Cemîl Kerkûkî ji Basnewsê re got: ‘’Berê û niha jî em ji çend aliyên iraqî û emerîkî dibihîzin ku behsa dabeşkirina İraqê bi ser sê herêman de dikin; şî’e, sune û kurd, me jî wek civata turkmenan biryar daye ger ku ew her sê herêm bên ragehandin, em ê jî herêma turkmenan îlan bikin ku ji Telefer dest pê dike heta Mendelî.’’
Kerkûkî wiha axifî: ‘’Em naxwazin İraq parçe bibe, lê belê di êgera desttêwerdana derve bi taybetî Emerîkayê de, daku İraq bi ser sê herêman de bê dabeşkirin, wê demê em jî wek mafê xwe dibînin ku herêma xwe rabighînin.’’(Bas)