Hawramanî: Di butçeya Bexdayê de kêmasî heye

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşawa Hawramanî diyar kir, di budçeya ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye şandin de bi qasî 300 milyar dînar kêmasiyek heye.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna xwe ya heftane ya asayî li dar xist.
Berdevk Hawramanî piştî ku di civîna çapemeniyê de li ser hûrguliyên rûniştinê agahî parve kir, bersiv da pirsên rojnamevanan.
Berdevk Hawramanî, diyar kir ku di hevdîtinê de serdana Barzanî ya Washingtonê bi berfirehî hatiye gotûbêjkirin û got: “Amerîka her tim ligel gelê Herêma Kurdistanê bûye. Ew her gavê piştgir û alîkar bû”.
Hawramanî herweha got: “Bexda li hember gelê Herêma Kurdistanê ne xwediyê îradeya xêrê ye, dijberiya her kesê ku xêrxwaziya Herêma Kurdistanê dixwaze dike. Gelê Herêma Kurdistanê ne girtî ne ku her meh mûçeyekî cuda werbigirin”.
Havramanî diyar kir ku ew dest ji mafên destûrî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bernadin û got: “Mesrûr Barzanî ji bo şandina hemû budçeya ku ji bo mûçeyên karmendan hatiye terxankirin bi Sûdanî re di nava danûstandinê de ye“


