Leyla Zana piştî demek dirêj dadikeve qadan

Parlamentera berê ya DEPê Leyla Zana, piştî bêdengiyek demdirêj wê li Amedê destekê bide xebatên hilbijartinê yên DEMê û tev li pîrozbahiya Newrozê bibe.
Hat diyarkirin ku parlamentera berê ya DEPê Leyla Zana, ya ku 8 sal in ji ber sonda wê ya li Meclîsê û zextên ku Ocalan li Îmraliyê lê kiribûn ji siyasetê vekişiya bû, wê li Amedê piştgiriyê bide xebatên hilbijartinê yên DEMê. Zana herweha wê beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 21ê Adarê bibe.
Leyla Zana, ku bi salan e hem ji siyasetê û hem jî ji xebatên civaka sivîl dûr ket, wê tevî Wekîla Sinn Fein Franncie Molloy û Hevseroka Giştî ya ÎHDê beşdarî “Konferansa Aştiyê” ya ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ve tê organîzekirin, bibe.
Leyla Zana meha Çileyê di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Gazete Duvarê re bang li Serokkomar Erdogan kiribû û xwestibû ku pêvajoya çareseriyê ji nû ve bê destpêkirin.


