Civak
Di belgeyên hilbijartinê de Erebî û Kurdî bûn zimanên fermî
Encumena Wezîran a Iraqê biryar da ku di belgeyên hilbijartinê de Erebî û Kurdî wek zimanên fermî bên bikaranîn.
Civata Wezîrên Iraqê bi serokatiya serokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî civîna xwe ya heftane ya asayî li dar xist. Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di derbarê civînê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di dema hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de wê pere ji Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê re bê dayîn.
Kurdî wê li gel Erebî bê bikaranîn
Lijneyê her wiha sererastkirina “Qanûna Belgeyên Dadweriyê” ya bi hejmara 33 a sala 1998an pejirand û biryar da ku qanûn bi rengê, “Di belge û belgenameyên hilbijartinê de Erebî û Kurdî wek zimanên fermî bên bikaranîn” bê sererastkirin.