Polîtîk

Ramanli: Em hem li dijî qeyûmên Enqerê û hem jî li dijî qeyûmên Qendîlê ne

Berdevkê HUDA PARê û namzetê şaredariya Êlihê Serkan Ramanli got: “Gelê Êlihê ji wêneyê ku li standan hatiye kişandin memnûn e û li benda mayînê ye. Em hem li dijî qeyûmên Enqerê û hem jî li dijî qeyûmên Qendîlê ne.

Berdevkê HUDA PARê û namzedê şaredariya Êlihê Serkan Ramanli di hevpeyvîna bi Serbestiyet re herweha got: “Dema ku AK Partiyê di 14ê Gulanê de li her derê rayên xwe kêm kir, li Êlihê him dengên xwe û him jî hejmara wekîlan zêde kir. Lê di hilbijartinên herêmî de tifaqek nexwest. Em hem li dijî qeyûmên Enqerê û hem jî li dijî qeyûmên Qendîlê ne. Em dixwazin kesên ku ji aliyê gel ve bi vîna xwe ya azad hatine hilbijartin vî bajarî bi rê ve bibin”.

Di derbarê hevdîtin û wêneyê xwe û namzetê DEM partiyê Mehdi Öztüzün jî Ramanli got:   “Mehdi Öztüzün birayekî ku em jê hez dikin, qedir û qîmetê didinê. Wêneyê ku li standan hatiye kişandin her çendî bû sedema nerehetiya hin kesan jî, gelê Êlihê ji vê yekê gelek kêfxweş bûn û li bendê ne ku ev wêne berdewam bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hikûmet ne hewceyî muxatabê ye, lê ger bixwaze vê carê divê bi yek rêxistinê re li ser maseyê rûne”.

Ramanli yê ku di heman demê de berdevkê partiyê û parlementerê Êlihê ye, ji Serbestiyet re bi berdewamî got:

“Batman jî wek gelek parêzgehên din ên Kurdan, demek dirêj ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Ma hûn piştgiriyê didin polîtîkaya pêbaweriyê yan wê rast dibînin? Em dibînin şaredarên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, berê jî ji aliyê qeyûmên Qendîlê ve dihatin birêvebirin û ev yek di demên cuda de derket holê. Ji bo me ya girîng xwerêveberiya gel e. Em dixwazin dengê xwe dabe kê, kî bixwaze bi vîna xwe ya azad vî bajarî bi rê ve bibe. Divê pêwistî bi qeyûmên Enqerê û Qendîlê nebe“.

Back to top button