Polîtîk

Li Batmanê Ramanli serdana ofisa berbijêra serbixwe kir

Parlementerê Huda Parê û di heman demî de berbijêrê şeredariya Batmanê Serkan Ramanli , serdana ofisa hilbijartinê ya berbijêra serbixwe ya şeredariya Batmanê Muazzaz Baktaş kir. Di serdanê de derbarê hilbijartinan de gotubêjek berfireh li ser hilbijartina û rewşa siyasî kirin. Serdan, axavtin hemû Kurdewarî bû û bi Kurdî axavtin.

Ev helwesta Ramanli ku, serdana hemû partiyan dike û bi Kurdî propaganda xwe berdewam dike nefesek nûjen di siyaseta Kurdan de peyda dike.

Di derbarê serdana Ramanli de, Muazzaz Baktaş li ser medya civakî daxûyaniyek da û dibêje: Îro namzetê me yê şaredarîya Batmanê yê Huda parê birêz Serkan Ramanlı serdana nivisgeha me kir u bi dilsozi em piroz kirin. Ser sera ser çavan hun hatin.

Back to top button