Civak

Yapicioglu sersaxî ji Serok Barzanî re xwest

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji ber wefata Zekiye Mustafa Barzanî ji Serok Mesûd Barzanî re peyama sersaxiyê şand.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê X yê Partiya Doza Azad (HÛDA PAR) hat dayîn, Nûnerê Hewlêrê yê vê partiyê Abdussamed Yalçin ji bo wefata Zekiye Mustafa Barzanî sersaxiya Serok Barzanî kir û ji bo wefata xwişka wî Zekiye Mustafa Barzanî sersaxiya Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu ragihand.  

Yapicioglu di peyama xwe de weha got: 

“Serokê rêzdar Mesûd Barzanî, me nûçeya koça dawî ya xwişka we Zekiye Mistefa Barzanî bi xemgînî bihîst. Bi dil û can sersaxî, sebir û aştiyê dixwazim. Xwedê cangorî bi rehma xwe şa bike, gunehên wê efû bike û cihê wî bihuşt bide”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button