CivakRojev

8ê Adarê Roja Jinan Ya Cîhanê Pîroz Be!

Îro 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê ye. Lê mixabin wek ku li gelek derên cîhanê, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî jin tuşî êrîş, tundî û qetlîaman dibin.

Jinên Kurd û Kurdistanî tuşî êrîşên dewletên mêtingehkar dibin û gelek jin jî di bin zext û şîddeta mêrên ku li malên me, li kargehên me, li kolanên me û di hemû warê jîyana me de ne dibin.

Di vê roja 8ê adarê de jî, mixabin Kurdan bi 50 milyon nifûsa xwe hîna jî di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe ne karîbûn bigirin. Her çend nîêvîyê civata Kurdistanê ji jinan pêk tê jî, lê jinên Kurd jî li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî bêpar in . Di mafên civakî, aborî, tevlîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî jin tûşî neheqîyeke mezin dibin.

Şer û tundûtujî herî zêde tesîreke xerab li ser jinan dike. Li Başurê Kurdistanê, li navçeyên nuha di bin dagirkerîyê de ne jî şer, wêranî, bêaramî berdewam e. Nimûna herî berbiçav jana jinên Kurdên Êzîdî ye, bi hemû şopa xwe hîn jî birînek jîndar e. Di enfalê de bi deh hezaran jin bi zarokên xwe yên hûr, bî man. Wê ev birîn hîn çend cîlên din şopa xwe ya civakî, derûnî li civatê bihêle. 

Li Rojavayê Kurdistanê bi deh hezaran Kurd, piraniya wan jin û zarok ku ji bo canê xwe xelas bikin, ji Efrînê, Girê Spî, Serê Kaniyê koçkirine li Qamişlî, Dêrikê û herêmên ewletir bijîn, di bin xaniyên nîvhilweşandî, di holik û çadiran de dijîn. Nêzî nîvê nifûsê li welatê xwe macir bûne. Bê kar, bê elektrîk, bê av, bê nexweşxane jiyanek dijîn. Para mezin ya jana giran ya vê jiyanê jin dijîn. Di vê rewşa kambax de jî jin tûşî şîdetê dibin.

Li Rohilatê Kurdistanê ne tenê di jiyanê de, di yasayên dewleta Îranî de du hiqûq hene. Hiqûqa mêra û huquqa jinan. Lê Îranê wekhevîya jin û mêran tenê di sehpa îdamê de heye; jin jî wek mêran tên îdamkirin. Ji ber ders dayînên bi zimanê kurdî  û ji ber çalakîyên wê yên ji bo zimanê kurdî  dadgeha Dewleta Îslamî ya Îranê di heqê ZARA Muhemedî de doz vekirîye û di encama vê dozê de dadgehê 5 sal cezaya zindanê daye ZARA Muhemedî.  

Di rewşeke weha de, em dibêjin 8ê Adara bila bibe roja bilindkirina ala azadîya jinan, bila bibe roja bilindkirina ala azadîya Kurdistanê.

Îro him wek cinsîyeteke bindest, him jî wek beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, neheqî û zilmên ku em tuşî dibinê, bi rûmetî em dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.

Em wek jin beşek in ji civaka ku em tê de dijîn; lê beşeke ku ji wekhevîyê, ji gelek mafên xwe bêpar in. Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî li hember cûdabûnên cinsî yên bi her awayî û neheqîyan dengê xwe bilind bikin, tekoşîna bidomînin.

Divê em bizanibin ku, azadîya jinê, di dîroka mirovahîyê de her bûye mifteyek ku derîyê gelek azadîyan vekirîye. Berîya herkesî divê em jin ji vê yekê agahdar bin.

Jin, helqeya ewil e ya hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ye. Jin pirek e di navbera duhî, îro û pêşerojê de.

Azadîya jinan beşek û katalîzoreke di azadîya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî de.

Em di vê hişmendîyê de ne ku jina birêxistin, temînata civaka wekhev û azad e; temînata neteweke birexistin e.

Jinên Kurdan herdem bûne hedefa yekem ya dewletên mêtingehkar. Lê jinên Kurdan tu caran serî netewandiyne.  Di hemû serhildan û şerên Kurdan de cîhê xwe stendine, liberxwedane. 

Em wek jinên Kurd û Kurdistanê lêxwedîderketina destkeftîyên federe yên li Başûrê Kurdistanê û destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê wek wazîfeyeke xwe ya neteweyî, niştimanî dizanin.Em dibêjin ’’Azadî ji bo Kurdistanê û ji jinan re, ji hemû gelê me re azadî li Kurdistanê’’.

Em bi van hestan roja jinan ya cîhanê û ya hemû jinên Kurdistanê û li jinên cîhanê pîroz dikin.

Em jin in, xurt in û dikarin!

08.03.2022

Komîsyona Jinan ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Back to top button