CivakRojev

Supasalarê Pêşmerge ragihand, operasyonên bi hevkariya hêzên Iraqî li Kifrî û Xurmatû hatine kirin, encamên wê yên baş hebûn. Gotî jî: Tevahiya pêwîstiyan ji hêzên Pêşmerge re dabîn dikin.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî di çarçoveya serdana xwe bo sengerên Pêşmerge yên li Kifrî û Xurmatê de ji K24ê re got: Di civîna Serokatiya Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Pêşmerge, Wezîrê Navxwe û berpirsên mihwerên Pêşmerge de, guftûgo derbarê tevgera vê dawiyê ya DAIŞê û êrîşên wê li ser hêzên Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin.

Got jî: “Di civînê de biryara pêkanîna komîteyekê ji bo serperiştîkirina sengersaziyeke nû ji bo sengerên Pêşmerge hate dayîn. Em îro jî hatin Mihwerê Du ji bo guftûgoyan derbarê diyarkirina mîkanîzma encamdana seghersaziyê û çawaniya dabeşkirina mihweran ligel fermandarên Pêşmerge bikin.”

Tekez kir jî: “Her opersyonek werekirin, dê encamên wê baş bin, ji ber ku bi riya wê navçeyên di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de tê pakkirin. Tevgera DAIŞê zêde bûbû û bi riya van operasyonên, dê çalakiyên wan nemînin.”

Supasalarê Pêşmerge diyar kir, ew operasyona hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî ya di çend rojên borî de hatiye kirin, encamên wê yên baş hebûn.

Herwiha got: “Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêwîstiyên serbazî ji Pêşmerge re, bi berdewam li ser xetê ne. Mebeseteke din a serdana me ji sengerên Pêşmerge re ew e, ji nêzîk ve pêwîstiyên Pêşmerge li mihweran çi ne.”

Derbarê hevahengiya di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de jî, Supasalarê Pêşmerge Cemal Êmînkî got: “Hevhangî di asteke beş de ye û heta niha çendîn civîn di navbera her du aliyan de hatine kirin û di pêwendiyan de berdewam in.”

Back to top button