Li Tirkiye hilbijartinên serokkomariyê û parlementoyê sala 2023ê de çêdibin.Lê ji nihave hermû alî xwe ji bo hilbijartinên pêşwext amade dikin û li gora vê jî tevdigerin. Ji aliyekî Tifaqa Cumhur (AK Partî-MHP) ji aliyekîve Tifaqa Millet(CHP-IYI Parti-SP – DP) û wek din HDP û hinek partiyên biçûk hene.
Niha tê îdia kirin ku dê du partiyên din tevlî Tifaqa Milet bibin navê vê Tifaqê jî tê guhertin. Li gora îdiaya parlementerkî CHPê, dê DEVA û Partiya Pêşerojê jî tevlî Tifaqa Millet bibin û nav jî bibe Tifaqa Mezina Millet.
Di rapirsînên têne kirin de carê CHP nêzikî Ak partiyê dibe, lê dema li gora Tifaqên heyîn deng têne belav kirin, dengên Tifaqa Millet ji dengê Tifaqa Cumhur behtir têne xûyakirin.