Nivîsar

PKK li Rojavayê Kurdistanê hemû nirxên mirovatiyê diperçikîne

Siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê bi awayek xirab berdewam e. Siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê ji nawendek taybet ve tê rêvebirin. Taybetî heta wek vê gavê rejima Suriye hertişta dixwaze li dijê kurda li rojavayê Kurdistanê bi Qendil dide kirin. Demekî bi çavderiya Amerikayê û hewldanên serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî behsa yekrêziyek di navbera ENKSê û PYDê de hate kirin. Herdu aliyan di çavderiya Amerikayê de gelek civîn li darxistin. Lê tu encam jê derneket.

Tê zanîn ku di çavderiya serok Barzani de 3 cara ENKSê û PYDê peyman îmze kirine. Hewlêr 1,Hewlêr 2 û Dihok. Lê tu cara ev yek di piratîkê de li ser rûyê erdê pêknehatiye û neketiye jiyanê. Niha jî eşkere dibe ku her gava ku PYD di bandora Qendil de tavêje tektikiye û xapandina aliyên xirxwaz e ku dixwazin yekrêziyekî li rojavayê Kurdistanê pêkwerê.

Lê ev helwesta aliyên xêrxwaz dê heta kûderê berdewam be? Eger vekirî tê ditin ku Qendil rê nade yekrêziyel li rojavayê Kurdistanê bê avakirin û di vê derbarê de astenga peyda dike, gerek vêca ev niyeta PKKê ya qirêz bê dîtin û ji bo rojavayê Kurdistanê stratejiyek din bê avakirin. Erka PKKê ewe ku bi hemû awayî rê li destkeftiyên netewî bigre. Erka PKKê rêgiriya dewletbûna Kurda ye.

Li pêşiya kurdên rojavayê Kurdistanê yên ku di rêya PKKê de û di bin ala PKKê de behsa kurdeyatiyê dikin rêyek heye ku rastiya xwe bibînin, dev ji siyaseta PKKê berdin û ji bo welatê xwe ji bo destkeftiyên netewî destbidin hev û tevbigerin.

Baş bala xwe bidinê, PKK li Rojavayê Kurdistanê çi dike? Li Rojhilatê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê çi dike? herweha ji hemûyê giringtir eve 30 salin li bakurê Kurdistanê çi kiriye. Encama xebata wan ya 30 salî ya ku bûyî sedema xwîna bi hezaran ciwanên kurd çiye? Gelo heta wek vê gavê li bakurê Kurdistanê gundek azad kirine? gelo destkeftiyek netewî destve anîne? Tiştek tuneye. Encama siyaseta PKKê li bakur bûye, tehribata civaka kurd,windabûna nirxên mirovatiyê,barkirina 7 milyon kurd ji Kurdistanê û werankirina Kurdistanê.

Sibehî şerê li dijê DAÎŞê dawî werê dê helwesta Amerika li Suriye û rojavayê Kurdistanê çibe? Amerika her gavê dikare ji Suriye derkeve. Hingê çekdarên PKKê ber bi rejima Suriyeve diçin û dibin milisên rejima Suriye. Gelo ji bo çi PKK navê Kurdistanê guheriye û bi awayek fermî kiriye bakurê rojhilatê Suriye. Gelo ji bo çi ala Kurdistanê li rojava qedexeye. heta ku Kurd van tiştan hemûyan berçav negrin û nebin xwedî helwest, dê her koleyên siyaseta PKKê ya qirêj bin .

Van rojan ENKSê li rojavayê Kurdistanê hinek xwepêşandan li darxistin. Milisên PKKê bi tundî êrîşê wan kirin, Ala Kurdistanê binpêkirin,jinên kurd birîndar kirin û ew kolana de xirandin. Gelek vekirî tişta Polisên Tirk li Tirkiye bakurê Kurdistanê dikin tu cara wek ya ku milisên PKKê li Qamişlo kirîn ne xirabtire.

Babetek din ewe ku, gelek aliyên kurd, dema bûyerek rûdide di cih de daxûyaniya dertêxin û bûyera şermezar dikin. Gelo çend partîyên siyasî, yan jî dezgehên sivîl, dezgehên mafê mirovan êrîşa çekdarêm PKKê li rojavayê Kurdistanê şermezarkirin? rasti mirov mereqa van nava dike.

Di derheqê PKKê gelek tişt tên gotin, lê dixweyê xelkek ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û rojane naxwaze rastiya heyî bibîne. Ji bîr nekin ku dê ev siyaset ewilê serê xwediyê xwe û duvre jî serê hevkarên xwe û yê li dûv wan diçin bixwe.

Li hinek welatên Ewropa kiryarên çekdarên PKKê li rojavayê Kurdistanê hetin şermezar kirin. Di van xwepêşandanan de jinek kurd axavtinekî kurt dike. Balkêşe..

https://www.facebook.com/100012160808157/videos/844859709730765
PKK li Rojavayê Kurdistanê ev e….

Nêrîn/Şirove

Back to top button