Civak

70 kompanyayên Amerîkî daxwazin li Kurdistanê kar bikin

Piştî gihîştina şanda Iraqî û Herêma Kurdistanê ya Amerîka û civînên li gel berpirsên wî welatî hatine encamdan 70 kompanyayên wî welatî daxwaza kar kirinê pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Stev Luts Serokê Jûra Bazirganiya Amerîkî li Rojhilata Navîn ragihandiye piştî civînên li gel şanda Hikûmeta Iraqî û Herêma Kurdistanê 70 kompanyayên cûr bi cûr daxwazê pêşkêş kirine ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê encam bidin.

Her wiha balkişand li ser wê yekê ku zêdetirê wan kompanyayan berê Herêma Kurdistanê bi cîh hiştibûn û niha jî daxwaza vegerandinê dikin.

Back to top button