Konseya Ewlehîya Rêveberîya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 4 mehên dawî de 667 kes ji ber qaçaxçîtî û bikaranîna madeyên hişbir hatine girtin.

Di daxuyanîya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê de hat tomarkirin ku rêxistinên wan 667 kes bi tohmeta bazirganîya madeyên hişber girtine û dest danîne ser hejmarek zêde ya madeyên hişber.

Di daxuyanîyê de hatiye gotin ku, ji 23.01.2023 heta 22.05.2023, Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê bi hevkarî û hevahengîya li gel Rêveberîya Giştî ya Asayîşê, ji bo avakirina aramîya civakî, têkoşîna li dijî madeyên hişber û avakirina civakek saxlem, bê navber hewl daye.

Di daxuyanîyê de hatiye gotin ku, “Ji kesên girtî û binçavkirî 285 kes ji ber kirîn û firotina madeyên hişber hatine girtin”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: